Vegera lubnaniyan a li 62 gundên başûr hat qedexekirin

Artêşa Îsraîlê vegera welatiyên Lubnanê ya li 62 gund û bajarokên başûr qedexe kir.

Vegera lubnaniyan a li 62 gundên başûr hat qedexekirin
30 mijdar, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îro daxuyaniyek bi zimanê erebî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir. Adraee ragihand ku vegera lubnaniyan a li 62 gund û bajarokên li başûrê Lubnanê heya demeke nediyar qedexe ye.

Li gorî Avichay Adraee vegera li van cihan qedexe ye:  Zehîra, Tîba, Teyrî, Naqûra, Ebû Şaş, Ibil El Seqî, Beyada, Cebîn, Xerîba, Xeyam, Xirbê, Metmûr, Marî, Edîsa, Qelîha, Um Tûte, Silêb, Ernûn, Bint Cibêl, Beyt Lîf, Bîlda, Benî Heyan, Bustran, Eyn Ereb Merceîyûn, Debîn, Debal, Dêr Mîmas, Dêr Suryan, Hola, Helta, Hanîn, Teyr Herfa, Yehmer, Yarûn, Yarîn, Kefer Hemam, Kefer Kêla, Kefer Şoba, Zelotiye, Miheyyîb, Meys El Cebel, Meysat, Merceîyûn, Merwehîn, Marûn Ras, Merkeba, Edşît El Qesîr, Eyn Îbil, Eynnata, Îta Şeeb, Îtron, Elema Şeeb, Ereb El Wezîra, Qozeh, Reb Selasîn, Ramiye, Rimêş, Raşiya El Fexar, Şeba, Şîhîn, Şemih û Telûsa.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa parastinê naxwaze li we bide, lewre di vê pêvajoyê de vegera we ya li xeta başûr heya demekê qedexe dike. Kesên ku biçin başûrê vê xetê dê jiyana xwe bixin metirsiyê."

(bb)