Qamişlo xwe ji bo meşa mezin amade dike

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” de, lê bajarê Qamişlo meşeke mezin were lidarxistin.

 Qamişlo xwe ji bo meşa mezin amade dike
 Qamişlo xwe ji bo meşa mezin amade dike
10 hezîran 2024   09:15
QAMIŞLO

Meşa ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tê organîzekirin, wê 12’yê Hezîranê bê lidarxistin. Meş dê Saet 18.00’an Çerxerêya Osman Sebrî destpê bike û heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dom bike. 

Ji bilî Qamişlo wê ji bajarên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs jî gelek kes beşdar bibin.

Piştî meşê wê bi Erebî û Kurdî axaftin werin kirin.

Komîteya amadekar bang li hemû pêkhateyên li bajarên behsa mijarê kir ku tevlî meşê bibin.