Pûtîn ji bo agirbestê sozên nivîskî xwestin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxwaz ji serokên welatên rojavayî kir ku sozeke nivîskî bidin ku berfirehbûna NATO’yê ber bi rojhilat ve rawestînin û hin ji cezayên ku li ser Moskovê rakin.

Pûtîn ji bo agirbestê sozên nivîskî xwestin
29 gulan, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo dawî li şerê li Ukraynayê bîne, sozên nivîskî ji serokên hêzên rojavayî xwest. Hate diyarkirin ku sozên nivîskî yên ku Pûtîn xwestine ew in ku berfirehbûna NATO’yê ber bi rojhilat ve were rawestînin û hin cezayên li ser Rûsyayê werin rakirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku belgeyên ji bo nîqaşkirina lîsteya şertên agirbesta demkî bi Ukraynayê re têne amadekirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova jî got: "Rûsya li ser amadekirina reşnivîsa peymana aştiyê, diyarkirina rêgezên çareseriyê, diyarkirina dema îmzekirina peymanê û agirbestê (ger lihevkirinên guncaw werin bidestxistin), xebata xwe didomîne."

3 çavkaniyên agahdar ên rûsî ji Reutersê re got şertên Pûtîn ên bidawîanîna şerê li Ukraynayê ew in ku serokên welatên rojavayî sozeke nivîskî bidin ku berfirehbûna NATO’yê ber bi rojhilat ve rawestînin û beşeke girîng a cezayên li ser Moskovê rakin.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh (Çarşem) aşkera kiribû ku di demeke nêzîk de dê toreke nû ya dan û standinan di navbera Rûsya û Ukraynayê de were ragihandin. Lavrov di axaftina xwe ya li Civîna 13’emîn a Navneteweyî ya Berpirsên Payebilind ên Ewlehiyê de da zanîn ku vegera Ukraynayê bo statuya xwe ya "bêalî” yek ji şertên bingehîn ên Rûsyayê yên ji bo çareserkirina nakokiya li welêt e. Her wiha destnîşan kir ku ev statu di dema ragihandina serxwebûna Ukraynayê di sala 1991’an de bi fermî hate ragihandin ku rê li ber naskirina wê ya navneteweyî vekir.

Lavrov got: "Balkêşiya hêzên rojavayî ya li ser rêgeza “yekitiya axê" di mijara Ukraynayê de bi tevahî mafê çarenûsa neteweyan paşguh dike. Rejîma Kîevê nûnertiya niştecihên nîvgirava Qirimê û başûrê rojhilatê Ukraynayê nake."

Nûnerê taybet ê serokê DYA’yê Donald Trump ê Ukraynayê Keith Kellogg jî ji ​​Fox News re got rêveberiya DYA’yê lîsteya şertên Ukraynayê yên ji bo çareserkirina nakokiya bi Rûsyayê re wergirtiye. Kellogg destnîşan kir ku Washington li benda belgeyeke wisa ji Moskovê ye da ku her duyan bîne cem hev û got: "Piştî bicîhanîna belgeyên Ukrayna û Rûsyayê, dê tûreke din a dan û standinan were lidarxistin."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî ji bo bîdawîanîna oprasyonên leşkerî yên Rûsyayê daxwaza civîneke sêalî bi Trump û Pûtîn re kiribû.

Zelensky ji NATO’yê xwest ku Kîevê vexwîne civîna 24 û 25’ê Hezîranê û nevexwendin wek "serketina serokê Rûsyayê" bi nav kir.

Her wiha rayedaran duh diyar kir ku hêzên parastina hewayî yên Rûsyayê zêdetirî 100 dronên Ukraynayê li seranserê Rûsyayê rûxandin û asteng kirin.

Artêşa Ukraynayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê şeva borî li herêma Moskovê li kargeheke hilberandina moşekên krûz ên Rûsyayê û kargeheke dronan xistiye.

(bb)