Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin

Şêniyên Hesekê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
29 gulan, 2025   12:38
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi sedan kesî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Ji Şedad, Til Temir, Til Birak, kampên Waşûkaniyê, Serêkaniyê û Holê gelek kes beşdarî meşê bûn. Girseyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hidan. Meşê ji Çerxerêya Kevok dest pê kir. 

Meşvan heya Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiyan. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji hevseroka Meclisa Bajarê Hesekê Xatûn Îsa axivî. Xatûnê bal kişand ser tevgerên dîplomatîk ên jinan ên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got dê heya pêkanîna vê armancê tê bikoşin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdilxenî Oso jî got divê gavên cidî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bên avêtin û wiha dewam kir: "Di vê demê de divê gav bên avêtin ji bo aştî pêk were. Ji bo aştî pêk were divê di destpêkê de azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe."

Meş bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(zş)

ANHA