Polonyayê hişyariya şerekî vekirî da

Polonya piştî ku nêzîkî 20 balafirên bêpîlot ên Rûsyayê qada wê ya hewayî binpê kirin hişyariya  rûdana şerekî vekirî da. NATO’yê jî li ser vê yekê civînek li dar xist.

Polonyayê hişyariya şerekî vekirî da
11 îlon, 2025   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Polonyayê duh ragihandibû ku di dema êrişa li dijî Ukraynayê de, dronên Rûsyayê qada wê ya hewayê derbas kirine û hin dron xistin xwarê, her wiha 4 balafirgehên xwe girtin.

Polonya û hevalbendên wê li ser riska şerekî vekirî bi Rûsyayê re hişyarî dan û NATO’yê balafirên şer xistin dewrê.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk got, hin dron hatine xistin û tu qurbanî çênebûn û got: "Ev bûyer welat nêzîkî şerê herî xirab ê gengaz ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve dike. "

Li gorî Wezareta Karên Hundirîn a Polonyayê, 14 dron li rojhilatê welêt hatin dîtin û hin avahî û erebe zirar dîtin.

Rûsyayê îdia kir ku ti eleqeya wê ji vê bûyerê nîn e. Lê welatên rojavayê ev binpêkirin şermezar kirin û nêzîkatiyên Rûsyayê bi " binpêkirina herî giran a qada hewayî ya Ewropayê ji destpêka şer ve" bi nav kir.

NATO’yê der barê bûyerê de û  li gorî madeya 4’emîn a peymana hevpeymaniyê civîneke bilez li dar xist. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte ragihand ku dê her bihostek ji axa hevpeymaniyê biparêzin.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku ev bûyer  piştî tetbîqatên leşkerî yên mezin ên Rûsya-Belarûsê yên bi navê Zapad 2025’an rû da. Ji ber vê yekê Polonya sînorê xwe yê bi Belarûsê re girt.

(bb)