Zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da

Li Derayê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da.

Zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da
11 îlon, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî bajarokê Kirk ê gundewarê rojhilatê Derayê zarokekî 4 sal ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li gorî amarên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Sûriyeyê ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha166 zarok  û 42 jin di nav de 611 kes ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da. SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî parve kirin:

Li herêmên hikumeta veguhêz: di nav de 25 jin û 123 zarok bi giştî 473 kes hatine kuştin, her wiha 11 jê jin û 204 jê zarok 486 kes birîndar bûne.

Li herêmên Rêveberiya Xweser: 4 jin û 18 zarok di nav de 40 kes hatine kuştin. 44 jê zarok û 2 jê jin 67 kes jî birîndar bûne.

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin: 13 jin û 25 zarok di nav de 95 kes hatine kuştin û 107 kes birîndar bûne ku di nav de 40 zarok û 8 jin hene.

(bb)