17 kes hatin kuştin, gorek komî hat dîtin

Li Sûriyeyê di 24 satên dawîn de bi kêmanî 17 kes hatin kuştin, her wiha gorek komî ya 10 cenaze tê de hat dîtin.

17 kes hatin kuştin, gorek komî hat dîtin
12 hezîran, 2025   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di 24 saetên dawî de 17 kes hatin kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de diyar kir ku li herêma Cerd Ras El Meraa ya gundewarê Şamê zarokekî  8 salî ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da, li bajaroka Hefîra Jorîn ê gundewarê Şamê jî kes bi navê "Xeter" tê naskirin ku di dema rejîma berê de tevkarî bi hêzên leşkerî re dikir, di rewşeke ne zelal de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî navenda çavdêriyê, li taxa Baba Amir a bajarê Humsê cenazeyê efserekî hêzên parastina hewayî yê dema rejîma Baas’ê bi navê Heysem Mehmûd (75) hate dîtin, li gundê Barûha yê gundewarê Til Kelexê jî di êrişa li ser benda kontrolê de 4 endamên hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê hatin kuştin. Hate diyarkirin ku komên çekdar ên xwecih ku tê texmînkirin têkiliya wan bi wezareta parastinê ya desthilata Şamê re heye, bi ser gund de girtin û 5 sivîl qetil kirin.

SOHR’ê da zanîn ku li gundewarê Tertûsê jî komeke çekdar, ciwanek qetil kirin, li bajarokê Tilêsiyê yê gundewarê Hemayê cenazeyên 10 kes ku demên berê hatibûn kutin di bîrekê de hate dîtin, li gundê Terkan Mûsa yê herêma Holayê jî çekdarên rûyê xwe veşartibûn, ciwanek qetil kirin, li gundê Merat El Cebel a bajarê Misyafê jî komeke çekdar bi ser dikanekê de girtin û xwediyê wê kuştin.

Heman çavdêriyê diyar kir ku li bajarokê Şîn ê gundewarê Humsê ciwanekî elewî (18) dema bi hevalê xwe re diçû ser kar di êrişa hêzên alîgirên desthilata Şamê de hat kuştin. Her wiha destnîşan kir ku endamekî berê yê "Tugeya El Quds" dema ji bajarê Helebê diçû gundê Hedadîn ê başûrê bajar ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

(bb)