QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd aşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîda bûne û yek li Kobanê di encama qezayê tirafîkê de şehîd bûye aşkere kir.

QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd aşkere kir
19 cotmeh, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di berxwedana Bendava Tişrînê û qezaya tirafîkê de şehîd bûne aşkere kir. 

QSD’ê di daxuyaniyê de got ku bi serbilindî û rêzgirtin em şehadeta 3 hevalên xwe yên demên berê di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûne, radighînin û got 3 şervanên wan di berxwedana têkbirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de berxwedanek bê hempa nîşan dan û şehîd bûne û şervanek li Kobanê di encama qezaya tirafîkê dema erka xwe pêk tanî şehîd bûye, aşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku şervana wan “Çiya Hozan” nûnertiya yek ji berxwedana jinan a li dijî teror û dagirkeriyê nîşan dide û wiha dom kir: “Hevala me karîbû derbeyên giran û bi êş li dijî dijminan pêk bîne. Şerên mezin li dijî wan meşandin. Hêza xwe wekî jin ku dikare efsaneyan biafirîne isbat kir. Hemû nirxên civakî yên kirêt derbas kir û beşdarî qadên şer bû. Ji her kesî re isbat kir ku jin dikare rêveberiya şeran bike û serkeftinan bi dest bixe.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku şervana wan “Çiya Hozan” di encama dewreyên perwedeyê yên li pey hev psporî bi dest xist û wiha dom kir: “ Di kesayeta xwe de guhertineke bingehîn pêk anî. Bi zanebûna xwe berxwedan û tekoşîneke mezin pêk anî. Tekoşîna xwe veguhezî rengê berxwedan û serkeftinê.”

Di daxuyaniyê de her wiha tekoşîna Şehîd “Derwîş Kurdistan” beşdarbûna xwe ya di nava şoreşê de di demeke zû de pêk anî û ev tişt hate bîrxistin: “ Di demeke kin de karîbû zihniyeta mezin a şoreşê û baweriyê pêk bîne. Ew di qadên tekoşînê de piratîze kir. Ezmûna wî ya berxwedanê çêbû.”

Di daxuyaniyê de behsa şehîdê sêyemîn jî hate kirin û ev tişt hate gotin: “Hevalê me Derwîş, nimûneya şervan û fermandar ê bi displîn bû. Gotin li ser erdê piratîze dikir. Nerîna bîrdozî di piratîka xwe de pêk tanî. Li gorî displînan tevdigeriya. Di qadên berxwedan û kar de psporî bi dest xistibû. Hevalê me Derwîş mîrasek tijî bawerî û berxwedana şoreşgerî li pey xwe hiştiye.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate bibîrxistin: “ Hevalê me Kemal Cûdî di berxwedana Kobanê de xwedî rol û berxwedanek mezin bû. Nûnertiya berxwedana gelê me û şervanênê wî ya li dijî terora DAIŞ’ê nîşan da. Detayên berxwedanê Kobanê bi hemû kêliyên wê ve jiyan kir. Di berxwedan û tekoşîna xwe ya di qadên din ên berxwedanê de piratîze kir. Heval ême Kemal Cûdî di berxwedana Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq şehîd bû.”

Di daxuyaniyê her wiha behsa berxwedana Şehîd Berxwedan Kobanê jî hate kirin û ev tişt hate gotin: “tevî dereng tevlî berxwedana gelê me bû, lê di demeke nêzîk de kesayeta xwe ava kir û karîbû gavên mezin bavêje. Di hunera şer de psporî bi dest xist û di parastina hermê de karîbû li dijî êrişên dagirkeriyê de berxwedanek mezin nîşan da.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate sersaxî ji malbatên her 4 şehîdan re hate xwestin û soza şopandina riya wan heta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.

Nasnameya Şehîdan wiha ye:

Navê tevgerî: Çiya Hozan

Navê rast û paşnav: Newroz  Cefer

Navê dayîkê: Selwa

Navê bav: serbest

Cihê jidayîkbûnê: Efrîn

Cihê şehadetê: Bedava Tirşrînê di 16’ê çileya sala 2025’an de

Navê tevgerî: Derwîşa Kurdistan

Navê rast û paşnav: Murad Dax

Navê dayîkê: Ayûr

Navê bav: Xelîl

Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê- Di 16’ çileya 2025’am de

Navê tevgerî: Kemal Cûdî

Navê rast û paşnav: Kemal Kinco

Navê dayîkê: Fesla

Navê bav: Bozan

Cihê jidayîkbûnê: Kobnê

Cih û dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê- Di 16’ê çileya 2025’an de

Navê tevgerî: Berxwedan Kobanê

Navê rast û paşnav: Tewfîq Ebdulrezaq Heto

Navê dayîkê: Melek

Navê bav: Zeyîm

Cihê jidayîkbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê- Gundê Hiriyê- qeza tirafîkê di 18’ê cotmeha sala 2015’an de.