Plana têkildarî Xezayê rojeva rojnameyên erebî ye

Nîqaşên li ser plana DYA’yê ya ji bo Xezayê û derfet û xetereyên wê zêde dibin. Li Ewropayê jî ji ber şerê Ukraynayê, rageşiya di navbera Rûsya û NATO’yê de lez dibe.

Plana têkildarî Xezayê rojeva rojnameyên erebî ye
2 cotmeh, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bandorên plana DYA’yê ya der barê Xezayê de û rageşiya di navberea Rûsya û NATO’yê ya ji ber şerê Ukraynayê de nirxandin.

‘TÊBINIYÊN LI SER PLANA NÛ YA TRUMP’

Rojnameya El Ayyam a Filistînê li ser plana serokê DYA’yê Donald Trump a ji bo Xezayê nivîsî.  Rojnameyê plan wek “nîşana destpêkeke cidî ya rawestandina şerê li Xezayê” nirxand û destnîşan kir ku qebûlkirina destpêkê ya planê ji aliyê hin welatên Ereban û rojavayî ve, amadebûna hevkariya bi Washingtonê re ji bo bidawîanîna şer nîşan dide.

Hate gotin, dewamkirina operasyonên leşkerî aloziyên mirovî kûrtir dike, di heman demê de berpirsyariyeke exlaqî û siyasî li ser DYA’yê de çêdike ku aliyê yekane ye dikare agirbestê li ser Îsraîlê ferz bike.

‘XEZA: HÊVIYÊN ÇARESERIYÊ Û AVÊTINA AGIRÊN SOR’

Rojnameya El Beyan a Îmaratê diyar kir ku piştî ku şer hemû şiyana xwe ya siyasî û leşkerî ji dest da û ji ber zêdebûn zextên Ereban û civakên misilman, Washingtonê Îsraîl neçar kir ku planê qebûl bike.

Li gorî rojnameyê, Hemasê ji bo qebûlkirina planê şertan pêşkêş dike, lê ji bo agirbestê garantiyên zelal, bernameyeke ji bo vekişîna Îsraîlê û beşdariya çalak a desthilata Filistînê di qonaxa bê de, dixwaze.

‘GELO NATO AMADEKARIYÊN ŞER DIKE?’

Rojnameya El Xelîc cih da metirsiyên Ewropayê yên ji rûdana pevçûneke rasterast di navbera Rûsya û NATO’yê de, nemaze piştî bûyerên dubare yên destwerdana balafirên bêpîlot nav qada hewayî ya Ewropayê û zêdebûna êrişên sîber li ser binesaziyê.

Rojnameyê bal kişand ser hişyariyên dîplomatên ewropî yên li ser îhtîmala ku Moskov êrişên ji nişka ve li ser welatên Baltikê pêk bîne, lê Rûsya van tawanan red dike û wan wek hewldanên provokatîf bi nav dike.

Hate gotin, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got welatê wî plan nake êrişî welatên NATO’yê bike, lê hişyarî da ku her êrişek "dê bi bersiveke tund were bersivandin". Kremlînê hişyarî da ku gefên NATO’yê yên ji bo xistina balafirên Rûsyayê dikarin bibin sedema encamên cidî.

(bb)