Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat

Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata gerîlaya YJA Starê şehîd Çavrê Gelhat û soz da ku ew ê têkoşîna wê bi serkeftinê tacîdar bike.

Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat
Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat
Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat
Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat
Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat
Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat
Xelkê Dêrikê çû serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat
22 mijdar 2023   14:26
QAMIŞLO

Gerîlaya YJA Starê Çavrê Gelhat 4`ê Cotmeha 2023`yan li herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayê de şehîd bibû.

Xelkê bajarê Dêrikê û gundên wê, endamên saziyên sivîl û xizmetê û nûnerên saziyên navçeya Girkê Legê serdana konê taziyayê yê şehîd Çavrê Gelhat (Şîlan Bakşî) ku li qada navenda Şehîd Bawer hatibû danîn û sersaxî da malbata wê.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Derwêş axaftin kir. Derwêş diyar kir ku pîrozahiya şehîdan bi gotinan nayê pênasekirin û wiha domand: “Şehîd Çavrê ya sembola têkoşîn û berxwedanê, ji bo ku welatê wê di nava ewlehî û aramiyê de bimîne têkoşiya û li ber xwe da. Em soz didin ku em ê heta serkeftinê li ser şopa wê û tevahî şehîdan bin.”

Endamê Rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Sînan Muhsim Ehmed jî wiha axivî: “Cihê şehîdan li cinetê pîroz e. Şehîda me Çavrê jî xwe gihand wê astê. Cinnet lê pîroz be.”

Birayê şehîd Çavrê, Serdem Bakşî spasiya beşdaran kir û soz da ku ew ê ji bo avakirina welatekî azad li ser şopa xwişka xwe be.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

(c)

ANHA