‘Pêwîstiya welatê me bi rengekî nû heye’

‘Ahora Art Desing’ ku ji aliyê komek hunermed, peykertraş û lêkolîneran ve hatiye avakirin, bi rêya şêwekariyê mîtolojiya kurdî dide nîşan. Şêwekar Ferhat Xelîl li ser vê projeyê dibêje “Pêwîstiya welatê me bi rengekî nû heye.”

24 îlon, 2025   05:09
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Koma “Ahora Art Desing” (Dizayna Hunerî ya Ahûrayê) di Gulana 2025’an de li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ji aliyê komek hunermed, peykertraş û lêkolîneran ve hat avakirin. Armanca wê ew e ku nîşaneyên mîtolojiya kurdî wek dekor, aksesuar û peyker derxe holê. Yek ji xebatên sereke jî beşa lêkolînê ye. Ev beş mîtolojiya kurdî lêkolîn dike. 

Navê Ahûra ji Ahûra Mazda hatiye girtin. Ahûra Mazda di ola zerdeştiyê de yezdanê başî, ronahî û afirîneriyê ye. Gotina “ahûra” tê wateya “agir-ronahî” yê.

Rêveberê Ahora Art Desingê şêwekar Ferhat Xelîl got: “Pêwîstiya welatê me bi rengekî nû heye. Di aliyê hunerî de xweşikkirin, peyker, dizayn û dekorê de. Gelê me di aliyê naskirina mîtolojiya xwe de kêmasiyên xwe hene. Dijmin jî berhemên kevn û nû yên gelê Kurd an ji xwe re birine yan jî binerd kirine. Em jî dixwazin ji Medan, Mîtaniyan û mîtolojiya kurdî nîşan bidin.”

Di nava xebatên Ahora Art Desingê de beşa jinan jî heye, xebatkaran diyar kir ku li Rojava jinan di nava xebatên siyasî, leşkerî, civakî de cih girtiye, lê di aliyê dekor û dîzaynê de xebat nekirine. Ew jî dixwazin di vî alî de jî xebatê bikin.

Endama beşa jinan Bêrîvan Hesen li ser xebatên beşa jin wiha got: “Em 4 jin di beşa jinan de kar dikin, em zêdetir karê dekor û eksesuarê bi hestên jinan çêdikin. Li Rojava dema qala dekorê dikin, zilam tên bîra mirov. Lê em dixwazin mohra xwe li vî karî bidin.”

Yek ji armancên pêşerojê jî ew e ku kesên dixwazin vî karî bikin, perwerde bike.

Ji ber ku xebateke nû ye, berhemên wan jî kêm in. Heta niha peykerên Şahmaran, xwedawend Lîlîth, şervanekî Medî, Ahûra Mazda û hinek peykar û dekorên din çêkirine.

ANHA