Îsraîlê pira di navbera Difa Xerbiye û Urdunê de digire

Desteya Giştî ya Sînor û Dergehan a Filistînê û Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Urdunê ragihandin ku Îsraîl dê Pira Qiral Huseyn a di navbera Difa Xerbiye û Urdunê de ji sibê ve bigire.

Îsraîlê pira di navbera Difa Xerbiye û Urdunê de digire
23 îlon, 2025   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Sînor û Dergehan a Filistînê ragihand ku Îsraîl dixwaze Pira Qiral Huseyn a di navbera Difa Xerbiye û Urdunê de ji sibê de bigire.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Urdunê Petra, Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Urdunê aşkere kir ku Pira Qiral Huseyn ji bo trafîka rêwiyan û barhilgiran heta demeke ne diyar hatiye girtin.

Pêncşema borî, Îsraîlê tekane deriyê sînor ê di navbera Difa Xerbiye û Urdunê de girt piştî ku du leşkerên wê di bûyerek gulebaranê de hatine kuştin.

Îsraîlê beriya wê ragihandibû ku ajokarekî urdunî bi rêya kamyonekê alîkarî dibir Xezayê, li ser derbasbûnê gule li leşkerên wê reşand û 2 ji wan kuştine. Emman der barê bûyerê de, lêpirsîn dest pê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku gelek filistîniyên ji Difa Xerbiye ji bo ku ji Urdunê ber bi welatên din ve biçin, deriyê sînor ê li Pira Qiral Huseyn bikar tînin.

(ac/şx)

ANHA