Pêşangeha ‘Arşîva Civaka Êzidî’ li Qamişloyê tê vekirin

Rêxistina Hawar Help amadekariyên vekirina pêşangeheke bi navê ‘Arşîfa Civaka Êzidî’ dike. Pêşangeh bi armanca belgekirina serpêhatiyên civaka Êzidî û parastina mîrateya çandî di 12`ê Tebaxê de li Qamişloyê vedibe.

Pêşangeha ‘Arşîva Civaka Êzidî’ li Qamişloyê tê vekirin
6 tebax, 2026   06:28
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Rêxistina Hawar Help (HAWAR.help e.V) bi navê “Arşîva Civaka Êzidî” li Qamişloyê amadekariyên vekirina pêşangehekê dike.

Ev pêşangeh di çarçoveya projeya ‘Arşîva Civaka Êzidî’ de ye ku rêxistinê bi daxwaza Wezareta Karên Derve ya Almanyayê pêk aniye. Di projeyê de çîrokên kesayetî, şahidî û alavên xweserî civaka Êzidî hene, her wiha balê dikişîne ser çîrokên jinan û malbatên ku rastî tundî, koçberî û zehmetiyên civakî hatine.

Proje bi armanca çêkirina arşîveke elektronîk ku serpêhatiyên civaka Êzidî li Sûriye û Rojava biparêze.

Ji bo pêşandana zengîniya çanda Êzidiyan û berxwedana wan, di pêşangehê de wêneyên ku jiyana rojane ya Êzidiyan belge dike, merasîmên wan ên civakî û olî, bîranînên wan ên hevbeş û wêneyên malbatên ku ji komkujiyan rizgar bûne, wê bên pêşandan.

Hejmarek jinên ciwan ên Êzidî beşdarî projeyê dibin, bi armanca ku bi xwe serpêhatiyên civaka xwe belge bikin û mîrateya çandî û mirovahî ya Êzidiyan biparêzin, di projeyê de komxebatên taybet bi wênekêşiyê û çêkirina wêneyan li dar dixin.

Piştî ku rêxistinê sala 2025`an pêşangeheke wiha li Başûrê Kurdistanê vekiribû, pêşangehê 12`ê Tebaxê (2026) li bajarê Qamişlo jî vedike.

Rêxistina Hawar Help, rêxistineke hiqûqî ye, piştî qirkirina li dijî Êzidiyan li Şengalê hate damezirandin, bi salan e sûcên qirkirinê yên li dijî Êzidiyan belge dike, bernameyên girêdayî jin û mêrên ji komkujiyên rizgar bûne, pêşxistina parastinê û civakê pêk tîne.

Organîzekirina vê pêşangehê piştî salvegera 12`emîn a Komkujiya Şengalê (3 Tebax 2013) pêk tê.

(sb)

ANHA