Kawa Dêrik: Helbest ji bo berevaniya li ber nirxê azadiyê alavek e

Helbestvan Kawa Dêrik bi zêdetirî 300 helbestan rêwîtiya doza kurdî û berxwedana şehîdan belge kirine. Kawa Dêrik diyar kir ku “helbest ji bo parastina bîra nîştimanî, parvekirina jana gelan û berevaniya li ber nirxê azadiyê alavek e”.

Kawa Dêrik: Helbest ji bo berevaniya li ber nirxê azadiyê alavek e
6 tebax, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Stranên gelêrî yên kurdî û şoreşa li Kurdistanê hiştiye ku helbestvan Kawa Dêrik ji salên zaroktiyê ve destpêkekê ji xwe re biafirîne. Kawa Dêrik ji gundê Celo yê bajarê Dêrikê ye, ew sala 1971`an ji dayik bûye. Kawa Dêrik bandora stranên kurdî û şoreşê ya li ser xwe, veguherandiye rêwîtiyeke wêjeyî ya bi salan, di wê rêyê de bi sedan helbest nivîsandine, berxwedana şehîdan, jana gel û doza welat jî belge kirine.

Kawa Dêrik dibêje ew ji zaroktiyê ve li ser hezkirina welat û Kurdistanê mezin bûye, şoreşa Rojava û şoreşên din ên Kurdistanê bandoreke kûr li fikr û ramana wî kiriye.

Kawa Dêrik destnîşan kir ku wî di zaroktiya xwe de li Radyoya Erîvanê guhdarî dikir û her carê stran gotine, bi taybet stranên hunermend Mihemed Şêxo û Koma Berxwedan. Beriya ku stranên şoreşgerî yên Koma Berxwedan bandorê li Kawa Dêrik bikin, wî berê li stranên gelêrî û berxwedanê guhdarî dikir, lê stranên Koma Berxwedan bandoreke mezin li ser wî û nifşên pê re kir.

JI HELBESTAN HETA BELGEKIRINA BERXWEDANA ŞEHÎDAN

Kawa Dêrik diyar kir ku cihekî taybet ji bo helbestan di jiyana wî de heye, piştî şehadeta çend şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê li herêma Til Ceman a Girkê Legê (1990) tecrubeya wî ya helbestê bi awayekî berbiçav bi pêş ket.

Di helbestên xwe de bi awayekî taybet cih daye şehîd Qehreman û şehîdên Til Ceman, di heman salê de bi navê ‘Dayê’ helbestek nivîsandiye û di merasîmê îlankirina şehadeta wan de xwendiye û ew di rêwîtiya wî ya helbestê de bûye destpêkeke nû.

JI 300 ZÊDETIR HELBESTÊN BI ZIMANÊ KURDÎ Û EREBÎ

Kawa Dêrik bi navê “Helbestên Çiyayî” sala 2017`an pirtûkeke helbestan derxistiye. Dêrik destnîşan kir ku wî heta niha derdora 270 helbestên bi kurdî û nêzî 40 helbestên bi erebî derxistine. Lê heta niha helbestên bi erebî nehatine weşandin.

Di helbestên xwe de Kawa Dêrik behsa erdnîgarî, xweza û çiyayê Kurdistanê dike, bal kişandiye ser kesayet û pêşengên Kurd mîna Rêber Abdullah Ocalan, Şêx Saîd, Seyid Rîza û Cegerxwîn.

7 SAL LI ŞENGALÊ Û PIRTÛKA BELGEKIRINA ÊŞA ÊZIDIYAN

Kawa Dêrik 7 salan li Şengalê maye, di heyama mayîna xwe ya li Şengalê de jana ku civaka Êzidî dikişîne, ji nêz ve dibîne. Dêrik da zanîn ku wî gelek helbest li ser komkujiyên li dijî Êzidiyan nivîsandine.

Kawa Dêrik diyar kir ku ji bo wî helbest ne tenê tecrubeyeke wêjeyî ne, ew ji bo belgekirina bîra şehîdan, parvekirina jankêşiya gelan, parastina nirxên azadiyê û welat wesîle ne.

(sb)

ANHA