PDK rê nade rojnamevan vegerin Hewlêrê

Rojnamevanên ku duh ji bo şopandina çalakiya mamosteyan çûbûn seytereya Dêgele, niha nikarin vegerin Hewlêrê. PDK rê nade rojnamevan vegerin Hewlêrê.

PDK rê nade rojnamevan vegerin Hewlêrê
10 sibat, 2025   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh mamoste û karmendên nerazî yên li Silêmanî, Helebce, Raperîn û Koyeyê biryar dabûn ku çalakiya xwe bibin nava Hewlêrê. Lê mamosta û karmendên berê xwe da bûn Hewlêrê, li seytereya Dêgele ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatibûn astengkirin.

Gelek rojnamevan jî ji Silêmanî û Hewlêrê ji bo şopandina çalakiya mamosteyan, berê xwe dabûn seytereya Dêgele. Piştî ku PDK’ê rê neda mamoste derbasî Hewlêrê bibin, gelek rojnamevanên ji Hewlêrê jî hatibûn cihê çalakvanan, nekarîn derbasî Hewlêrê bibin.

Li gorî agahiyan gelek rojnamevanên ji Hewlêrê, niha li Silêmaniyê ne û nikarin vegerin Hewlêrê.

Rojnamevan Nebez Reşad yek ji wan rojnamevanên Hewlêrê bû ku niha li Silêmaniyê ye û nikare vegere, li ser medya xwe ya civakî peyamek parvekir û got; “Ez ji aliyê rayedarên Hewlêrê ve hatim derxistin û nahêlin ez vegerim. Piştî şopandina çalakiya mamostayan ya li Dêgele, nehiştin em weke rojnamevan carek din vegerin Hewlêrê û em niha li Silêmaniyê ne. Ez ji bo mêvandariyê spasiya hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim.”

Çavkanî: Rojnews