Li peravên Fransayê 2 cenaze hatin dîtin û 230 penaber hatin rizgarkirin

Li peravên bakurê Fransayê 2 cenaze hatin dîtin. Li Tengava Pas de Calais jî 230 penaber dema ku dixwestin xwe bigihînin Îngilîstanê hatin rizgarkirin.

Li peravên Fransayê 2 cenaze hatin dîtin û 230 penaber hatin rizgarkirin
10 sibat, 2025   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, Yekîneyên Ewlehiya Peravan a Fransayê ragihand ku duh (Şemiyê)  li perava Terminus Beach a li Berck li Pas-de-Calais 2 cenaze dîtin. Yekîneyê da zanîn ku cenazeyê duyemîn 300 metreyî dûrî yê ewil bû.

Yekîneyê her wiha diyar kir ku 230 penaberên din 230 penaber dema ku dixwestin xwe bigihînin Îngilîstanê hatin rizgarkirin.

(bb)