Partiyên siyasî têkildarî êrişên li ser Efrînê panelek li dar xist

Partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Dagirkirina Efrînê ji bo Tirkan girêkeke dîrokî ye" bi boneya nêzîkbûna salvegera êrişên li ser Efrînê panelek li dar xist.

17 ÇILE, 2024   15:07
ŞEHBA

Partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Dagirkirina Efrînê ji bo Tirkan girêkeke dîrokî ye" bi beşdariya nûnerên Rêvberiya Xweser, rûspiyên heremê, PYD, TEV-DEM û siyasetmedarên ji Helebê jî panelek li Hola Serdem a kantona Şehbayê li dar xist.

Dîwana panelê ji hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxa Efrîn û Şehbayê Mihemed Hesen, hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Silêmen Cefer û endama Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê Eyşe Hiso pêk hat.

Panel ji hêla Mihemed Hesen û Eyşe Hiso ve hate birêvebirin.

Beşa yekem a panelê bi sernavê 'Dagirkirina Efrînê berdewamiya krîza mirovî û hevkariya hêzên navneteweyî ye' ji hêla hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Silêmen Cefer ve hate xwendin.

Cefer wiha got: "Herêma Efrînê gelekî dîrokî ye, ji ber vê jî hate dagirkirin. Efrîn bi guhertina demokratîfîk re rû bi rû dimîne. Ev yek jî rê li hember kirêzan vedike. Bi van guhertinan dixwazin ku xwecihên wê yên resen jê derxin. Her wiha li hemberî van kiryaran dewletê Tirk û çeteyên wê rêxistinên mafê mirovan jî bê deng in. Her wiha gelê me yê di hundir Efrînê de dijî her tim rastî êrişan û kiryaran tê. Bê ku gilî bikin, her wiha gelê me yê koçber jî bi hêviya vehgera li ser xaka xwe ne. Divê ev kiryarên di hundir Efrinê de bi zu bê dawî kirin her wiha gel veger cih û warê xwe."

Her wiha beşa duyem bi sernavê 'Efrîn wek derzî di çavên Tirkên nijadperist de ye' bû ku ji hêla  berdevka Partiya Demkrat a Kurd li Sûriyeyê Mehemd Hemduş ve hate xwendin.

Hemduş wiha got: "Hemû komployên êrişker ên toranî yên ji bo tunekirina neteweya Kurdî di tevahî dîrokê de bi ser neketin û ne jî ew ê bi ser kevin û nikarîbûn îradeya Kurdan bişkandina û ji ser xaka Kurdistanê bi dûr bixistana. Hemû xem û xeyalên dewleta Tirk a faşist li hember moralên gelê Kurd ê xwedî maf û girêdayî xaka xwe ya pîroz bi ser neketin û ne jî ewê bi ser bikevin. Êdî siyaseta înkarkirin û qirkirina gelan û xwediyên wê dawiya wan ew ê ta sergoyê dîrokê werin avêtin. Her û her bilindahî û azadî û rûmetî wê para gelên parastina mafên xwe yên rawe û normal dikin be."

Di dawiyê de li ser her du beşên panelên nîqaş hatin kirin. Her wiha sûcên li Efrînê tên kirin hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku heya Efrîn rizgar nebe divê gel li hember êrişan li ber xwe bide.

ANHA