Partiyên li Helebê banga berdewamkirina berxwedanê kir

Partiyên siyasî yên Helebê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewamkirina têkoşînê û xwedîderketina li projeya demokratîk divê.

Partiyên li Helebê banga berdewamkirina berxwedanê kir
17 ÇILE, 2024   15:34
HELEB

Nerazîbûnên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Li Helebê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li herêma Cibênat a taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyanî da. 

Endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Mistefa Horo daxuyanî bi beşdariya nûnerên partiyan xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên hovanê yên li dijî herêmê bi binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî hate binavkirin ku di encamê de şêniyên herêmê ji pêdiviyên sereke yên jiyanê mehrûm bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk, dixwaze qada dagirkirina xwe firehtir bike, ji ber wê êriş herêmê de. Her wiha hate gotin, ji bombebarankirina girtîgeha Sîna ya li Hesekê armanc dike DAIŞ`ê vejîne.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku êriş hemwextî salvegera destpêkirina êrişên li dijî Efrînê ye.

Di dewama daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya, Komkara Erebî, hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî yên hiqûqî hate kirin ku destwerdanê bikin û êrişên hovane yên li dijî herêmê rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hember êrişan berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê û xwedîderketina li projeya demokratîk a herêmê divê.

(şx)

ANHA