Şêniyên Hesekê şehîd Serhed Hesekê oxir kir

Şêniyên Hesekê şervanê QSD`ê Serhed Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye oxir kir. Di merasîmê de berxwedan û fedakariyên şehîdan hatin silavkirin.

Şêniyên Hesekê şehîd Serhed Hesekê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Serhed Hesekê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Serhed Hesekê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Serhed Hesekê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Serhed Hesekê oxir kir
17 ÇILE, 2024   14:40
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajêr û gundên derdorê, rûspiyên bajêr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Serhed Hesekê (Ehmed Murad Hisên) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye oxir kir. 

Şehîd Serhed li Hesekê 16`ê Çileya 2024`an dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Osman fedakariyên şehîdan di oxira parastina herêmê de kirin, silav kirin û got: "Şehîd Serhed Hesekê, fermandarekî bêhempa bû, mînakê lehengiyê û fedakariyê bû. Jiyana xwe di oxira parastina herêmê de borand."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Şoreş Hesekê jî axivî û îşaret bi rola şehîd Serhed Hesekê ya di nava QSD`ê de kir û got: "Serhed, ji dema tev li hêzê bûye, bê teredud erkên jê dihatin xwestin pêk dianî."

Şoreş Hesekê soz da ku rêya şehîdan ji bo parastina herêmê û sepandina ewlehiyê berdewam bikin.

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd Serhed Hesekê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştî wê, girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê spart axê.

(şx)

ANHA