Partiya Likud: Netanyahu dê di hilbijartinên bê de beşdar bibe

Partiya Rastgir a Likud diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dixwaze di hilbijartinên parlemantoyê yên ku di meha Îlonê de hatine plankirin de beşdar bibe.

Partiya Likud: Netanyahu dê di hilbijartinên bê de beşdar bibe
10 hezîran, 2026   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Rastgir a Likud îro ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dixwaze di hilbijartinên parlemantoyê yên ku tê payîn di meha Îlonê de werin lidarxistin de beşdar bibe.

Partiyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê diyar kir ku "Serokwezîr Netanyahu dê di hilbijartinên pêş de beşdar bibe û ew ê bi ser bikeve." Daxuyaniya Partiya Likud piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)Donald Trump guman li ser ka serokwezîrê Îsraîlê dê di hilbijartinên pêş de beşdar bibe an na, hat dayîn.

Trump roja sêşemê, di bersiva pirsek li ser ka Netanyahu dê rêwîtiya xwe ya siyasî bidomîne, ji ABC News re got, "Ez nizanim. Ew demek dirêj bû." Trump anî ziman ku, "Ma ew dixwaze berdewam bike? Hûn dizanin, ew serokwezîrê dema şer e."

Netanyahu (76) nêzîkî 20 salan e di gelek serdeman de wekî serokwezîr xizmet kiriye. Ew serokwezîrê herî dirêj di dîroka dewleta Cihûyan de ye. Ew ji sala 2022ˊan vir ve serokatiya hikumeta heyî dike.

(fr)