Hizbullah: Danûstandinên bi Îsraîlê re teslîmbûn e

Sekreterê Giştî yê Hizbullah a Lubnanê Neyîm Qasim danûstandinên bi Îsraîlê re red kir û wekî "teslîmbûnê " bi nav kir.

Hizbullah: Danûstandinên bi Îsraîlê re teslîmbûn e
25 adar, 2026   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê Hizbullah a Lubnanê Neyîm Qasim daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Pêşniyara danûstandinan di bin agir de li gel Îsraîlê teslîmbûn e."

Qasim di daxuyaniyê de wiha got: " Danûstandin bi dijminê Îsraîlê re ku di bin şer de tên pêşniyarkirin teslîmbûnê ferz dike. Danûstandin bi dijminekî ku ax me dagirdike û her roj êriş dike re nayên qebûlkirin. "

Qasim bang li Lubnaniyan kir ku yekitiya neteweyî çêkin û got, "Yekitî dikare hikûmetê ji biryara wê ya sûcdarkirina xebata Hizbullah vegerîne".

)ac)