Li çalakvan Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê hate birîn

Desthilata Îranê li çalakvan Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê birî. Hemleyeke parastina girtiyên siyasî û sivîl bang kir ku ceza bê betalkirin û Şerîfe serbest bê berdan.

Li çalakvan Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê hate birîn
5 tîrmeh 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Cezayê darvekirinê li çalakvana karker a jin Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reşt bi tometa ‘serhildana çekdarî li dijî rejîma Îranê’ hate birîn.

Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl û Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê piştrast kirin. Kampanya ji bo Şerîfe Mihemedî tekez kir ku hukmê darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Mihemedî ragihandina şer û cezayê darvekirinê ye li dijî hemû çalakvanên civakî û sivîl. Lewra banga betalkirina cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî û serbestberdana bê şert û merc kirin.

Şerîfe Muhammedî ya dayika zarokek 12 salî ye û hevjînê wê bi hinceta ser bi Partiya Komele ve ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û girtin.