Parlamentoya Sûriyeyê û tecrîda Îranê di rojeva rojnameyên Erebî de

Rojnameyên erebî yên îro li ser sibroja qonaxa heyî ya li Sûriyeyê û bandorên peymana nukleerî ya Siûdî-Amerîkî nivîsîn.

Parlamentoya Sûriyeyê û tecrîda Îranê di rojeva rojnameyên Erebî de
29 tîrmeh, 2026   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî îro bal kişand ser gelek mijaran, ya herî girîng siberoja veguheztina siyasî li Sûriyeyê, digel analîzên li ser paşxaneya peymana nukleerî ya Siûdî û bandora êrişên li dijî Erebistana Siûdî li ser siberoja Îranê.

"PARLAMENTOYA SÛRIYEYÊ Û VEGUHEZTINA SIYASÎ"

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku lidarxistina rûniştina yekem a parlamentoya Sûriyeyê gavek ber bi ji nû ve aktîvkirina saziyên dewletê di qonaxa veguhêz de, lê ew bi serê xwe nîşaneyek serkeftina veguheztina siyasî pêk nayne.

Rojnameyê diyar kir ku serkeftina qonaxa veguhêz ne bi avakirina saziyan an guhertina rûyan tê pîvandin, lê belê bi hêza dewletê ya pejirandina reformên rastîn ên siyasî û destûrî û veguherandina Meclîsa Gel bo dezgeheke qanûndanîn û çavdêriyê ya bi bandor.

LI PIŞT PEYMANA NUKLEERÎ YA SIÛDÎ ÇI HEYE?

Rojnameya El Quds El Erebî nivîsî ku peymana nukleerî ya di navbera Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî de bi pêşketinên di danûstandinên Amerîka-Îranê de ve girêdayî ye û dibe ku rê li ber têgihîştineke berfirehtir veke ku dê bihêle Îran mafê dewlemendkirina uranyûmê ji bo armancên aştiyane biparêze.

Rojnameyê destnîşan kir ku girêdana pêkanîna peymanê ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve bi normalîzekirina Siûdî bi Îsraîlê re di çarçoveya hewldaneke siyasî de pêk hatiye, ji bo kontrolkirina nerazîbûnên navxweyî û Îsraîlê.

 Rojnameyê  diyar kir ku siberoja peymana Siûdî dê bi encama danûstandinên bi Îranê re û bi pêşketinên herêmî yên berdewam ve girêdayî bimîne.

ÊRIŞÊN LI DJÎ EREBISTANA SIÛDÎ: RÊYEK BER BI TECRÎDKIRINA ÎRANÊ

Rojnameya El Ereb behsa berdewamiya êrikşên li dijî Erebistana Siûdî bi rêya êrîşên ku ji aliyê alîgirên Îranê ve li herêmê tên kirin kir, ku dibe welatên Kendavê neçar bike ku ji siyaseta diyalog û dorpêçkirina Tehranê ber bi pejirandina stratejiyeke kolektîf a bi armanca sînordarkirina bandora wê û tecrîdkirina wê li herêmê ve biçin.

Rojnameyê nivîsî ku bikaranîna hêz û gefan ne rewatiya siyasî peyda dike û ne jî hevkariyên stabîl ava dike.

(k)

ANHA