Şervana YPJ‘ê Roj Amûdê: Em dê heya mîsogerkirina mafên jinan tê bikoşin

Şervana YPJ‘ê Roj Amûdê anî ziman ku armanca wê ya tevlêbûnê fêmkirina rewşa jinan û naskirina nasnameya wan a rasteqîn û parastina mafên jinan e. Roj Amûdê got dê heya mîsogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê dê tê bikoşin.

Şervana YPJ‘ê Roj Amûdê: Em dê heya mîsogerkirina mafên jinan tê bikoşin
2 hezîran, 2026   05:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roj Amûdê li ser armanca tevlêbûna xwe ya nava YPJ‘ê,  û pêngava ku hatiyê destpêkirin ji ajansa me re axivî.

Roj Amûdê ku sala 2017‘an tev li YPJ‘ê bûye, diyar kir ku berî jin jiyana xwe di nava xwendinê û karên malê de derbas dikir bêyî ku maf û erkên xwe bizane û got armanca wê ya tevlêbûnê lêgerîna li nasname û mafên jinan, her wiha parastina maf û destkeftiyên jinan e.

Roj Amûdê hevalên xwe yên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne û bi bîr anî û da zanîn ku ezmûna wê ya di nava YPJ‘ê hişt ku rewşa jinan fêm bike, hêz û rola wê di rêveberina kar û baran û xweparastinê de nas bike.

PIRSGIRÊK Û ŞERÊ TAYBET LI PÊŞBERÎ ISRARA WÊ NEBÛN ASTENG

Roj Amûdê bal kişand ser zehmetiyên li pêşberiya tevlêbûna wê ya nava YPJ‘ê de derketin û destnîşan kir ku zehmetiya sereke ew bû ku derdora hebûna jinan li xendeqên şer qebûl nedikir û rola û destkeftiyên wê nas nedikir, lê ev zehmetî li pêşiya xebat û berxwedana jinan nebûn nebûn asteng.

Roj Amûdê da zanîn ku tevlêbûna wê ya nava YPJ‘ê bandorek mezin li kesayeta wê kir, baweriya wê ya bi xwe û îradeya xwe zêdetir kir û hiştî ku baweriya wê bi hêza jinan a hilgirtina berpirsyariyan û pêkanîna rolên cuda zêdetir bibe.

Şervana YPJ‘ê Roj Amûdê îşaret pêkir ku şerê derûnî û medyayî li ser şervanên YPJ‘ê dihat meşandin, lê ev şer bandor li îrade û israra wan a domandina têkoşîna parastina doza azadiya jinan kir.

Roj Amûdê da zanîn ku beşdariya wan di pêngavên şer û parastina herêmê de rihê hevalatî û piştgiriyê di nava şervanan de xurt kir û di mercên herî zehmet de moral bilind kir.

Roj Amûdê di dewama axaftina xwe de bûyerên ku bandoreke kûr di jiyana wê de çêkirine bi bîr anîn û got, fedakariyên ku şervanan di şeran de ji bo parastina hevalên xwe kirine bi êş bûn, lê jê re bûne wesîleyek ku meşa xwe bidomîne.

Ji pêngavên parastinê ku şervana YPJ‘ê Roj Amûdê tê de cih girtine, êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê (2019), pêngava rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ‘ê (2019), operasyona ewlehî mirovahiyê ya yekemîn a li kampa Holê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê (2021), her wiha bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêka îsal (2026).

‘JIN BINGEHA AZADIYA CIVAKÊ NE’

Rojê diyar kir ku YPJ‘ê roleke girîng di şoreşa Rojava de list û niha jî roleke çalak li Sûriyeyê dilîze û got, bidestxistina wekhevî û azadiya civakî girêdayî bidestxistina jinan a mafên xwe û naskirina nasname û rola xwe ye.

Roj Amûdê her wiha destnîşan kir ku ezmûna şoreşê îsbat kir ku jin dikare beşdarî parastina civakên xwe bibin û da zanîn ku tevahî cîhanê rola şervanên YPJ‘ê di parastina herêman ji êrişên çeteyên DAIŞ‘ê de şopandin.

Roj Amûdê anî ziman ku cudahiyek mezin di navbera ezmûna YPJ‘ê û saziyên leşkerî yên teqlîdî hene û got, YPJ‘ê li gorî rêgezên xweseriya jinan ava bûye.

Der barê pêşniyarên entegrekirina statuya YPJ‘ê di nava saziyên din de, Roj Amûdê wiha got: "Em vê vê pêşniyarê qebûl nakin. YPJ‘ê wekî hêzeke leşkerî ya xweser a jinan ava bûye û dê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne. Têkoşîna me wê ji bo mîsogerkirina mafên jinan di Sûriyeyê de heya pêkanîna vê armancê bidome.”

Şervana YPJ‘ê Roj Amûdê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan û derdorê kir ku ji bo azadî û parastina mafên xwe tê bikoşin û piştgiriyê bidin YPJ‘ê.

(bb)

ANHA