Cotkaran dest bi çinîna gijnîjê kir

Cotkar îsal bi mewsimê gijnîjê kêfxweş in û dest bi çinînê kiriye.

Cotkaran dest bi çinîna gijnîjê kir
2 hezîran, 2026   04:50
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Li gorî salên berê îsal gijnîj gelekî baş e û cotkar hêvî dikin ku mewsim berhemdar be. 

Xelkê herêmê gijnîjê ji bo xwarinan û hinek cureyên dermanan bi kar tîne.

Cotkaran anî ziman ku pêdiviya gijnîjê bi baran û tavê heye. Di destpêka çandina gijnîjê de baran ji bo gijnîjê baş e lê piştî kêmezî mezin dibe divê zêde baran lê neke. Bi taybet heke gijnîj mezin bibe û baran lê bike dê kûfikî bibe.

Cotkar Nezhan Ehmed ê ji gundê Gêrê yê Girke Legê got mewsima îsal a gijnîjê ji ya salên berê baştir e û wî 100 donim erd gijnîj çandiye û got: "Eger baran di vê demê de li gijnîjê bike dê bandoreke neyînî lê bike. Cotkar meha Mijdarê gijnîjê diçinin û dawiya biharê radikin. Her donimek, 3-4 kg tov têra wê dikin. Heke baran were û rewşa hewa baş be, her donimek 50-200 kg berhemê dide."

Nezhan Ehmed di dawiyê de got di destpêka mewsimê de gijnîjê kêm dikirin lê heke cotkar gijnîjê rakin û li gorî pêdiviya bazarê bifiroşin dê sûdê jê wergirin.

(np)

ANHA