Parêzgerê Şamê biryara valakirina bazara hesinkariyê da, esnaf nerazî ne

Parêzgarê Şamê biryar da ku bazara hesinkariyê veguherîne cihekî din û hişyarî da esnafan ku di nava 2 mehan de bazarê vala bikin. esnaf jî ji vê biryarê nerazî ne û got ew dev ji bazarana xwe ya kevnar bernadin.

Parêzgerê Şamê biryara valakirina bazara hesinkariyê da, esnaf nerazî ne
14 nîsan, 2026   06:50
ŞAM

Parêzgarê Şamê biryar da ku bazara hesinkariyê veguherîne bazara bazirganiyê. Parêzgar hişyarî da 60 esnafên li bazarê ku di 2 mehan de bazarê vala bikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ajansa me ji parêzgeriya Şamê wergirtine, ji ber gazincên şêniyan ên ji ensafan, dê bazara hesinkariyê veguhêzin bajarê pîşesaziyê yê Adrayê yê Şamê û bazara heskariyê jî bikin a bazirganiyê.

Esnafên li bazara hesinkariyê dixebitin, qebûl nakin ku biçin Adrayê û dev ji karê xwe berdin. Ensafan ji parêzgar xwest bazara hesinkariyê jî wekî hemû bazaran bi rêxistin bike û biryara veguhastinê betal bibe.

Yek ji esnafan ku nexwest navê wî were naskirin, got eger ji wî bixwazin karê xwe biguherîne û bibe bazirgan, ev tê wateya xiyanetê lê dikin û wiha got: “Ez ê çi li dikana xwe bifiroşim? Ez ne amade me cihê xwe biguherînim an jî pîşeya xwe ku min ji bapîrê xwe girtiye, biguherînim.”

Esnafekî dîtir ê 70 salî jî biryara parêzgar wek “nementiqî û neheqî” bi nav kir û got: "Bi salan e ez li vê bazarê dixebitim. Bav û kalikên min li vê bazarê dixebitîn. Kesekî ji me nedixwest em ji vê bazarê biçin cihekî din. Piştî vî temenî ji min dixwazin ez biçim bajarê pîşesaziyê yê Adrayê. Ev zilm e, ev biryar nehatiye lêkolînkirin, ji ber ji karê me û ji bazarê fêm nakin ev biryar dane. Ez bi karê xwe ve girêdayî me û ji bazara lê dixebitim naçim cihekî dîtir.”

Esnafekî dîtir jî got dema gazincên gel hebin, pirsgirêk dikare bi hêsanî were çareserkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bila xelkê taxê di navbera xwe de vê pirsgirêkê çareser bike.”

Bazara hesinkariyê ya Şamê ku yek ji bazarên mezin û herî kevnar ên navenda Şamê ye, di dema Memlûkiyan de hatiye vekirin.

(np)

ANHA