Keştiya balafiran USS George H.W. Bush li Deryaya Spî ye

Ligel ku DYAˊyê dest bi dorpêçkirina benderên Îranê li Tengava Hurmuzê kiriye, keştiya balafiran a Amerîkî USS George H.W. Bush gihîşt Deryaya Spî ya Navîn.

Keştiya balafiran USS George H.W. Bush li Deryaya Spî ye
13 nîsan, 2026   21:59
Navenda Nûçeyan

Fox Newsˊê ku agahiyên xwe dispêre detayên deryayî ragihand ku keştiya balafiran a Amerîkî USS George H.W. Bush niha li Deryaya Spî ya Navîn e.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro saet 10:00ˊê sibehê bi dema rojhilatê DYAˊyê dest bi dorpêçkirina benderên Îranê li Tengava Hurmuzê kir.

(fr)