Hêviya zarokeke koçber: Dixwazim li gundê xwe mamostetiyê bikim

Zaroka bi navê Nûra Beşîr ku li Kampa Waşûkanî mezin bûye, hêvî dike ku vegere gundê xwe û dema mezin bibe mamostetiyê bike.

14 nîsan, 2026   04:05
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Cotmeha 2019'an di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê de bi hezaran malbat ji warê xwe bûn.

Malbata Beşîr ku ji 7 kesan pêk tê û ji gundê Xirbê Dexîl e, yek ji wan malbatên koçber e niha li Kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê dimîne.

Keça malbatê ya bi navê Nûra Beşîr dema koçber bû 2 salî bû, niha jî li dibistana kampê refa 3'yan dixwîne. Gundê Nûrayê nayê bîra wê, ji malbat û cîranên xwe xweşikbûna gund û mala xwe dinase. Çavê wê jî her tim li rêya vegerê ye.

Nûra bi xeyalên xwe re mezin dibe, fêrî çêkirina wêneyan dibe û stranan jî dibêje. Nûra bi van gotinan hest û xeyalên xwe yên vegerê tîne ser ziman: "Ez dixwazim vegerim mala xwe. Mala me fireh û xweş e. Li kampê nikarim bigerim, diçim mala apê xwe û dibistanê. Lê gundê me fireh e û gelek xeyalên min hene."

Der barê jiyana xwe ya li kampê de Nûra dibêje: "Dema zivistan tê konên me di nava avê de dimînin. Heya em diçin dibistanê em şil dibin û di heriyê de dimînin. Kêfa min ji vir nayê, dixwazim vegerim gund."

Nûra her wiha dibêje hêviya wê ew e ku vegere gundê xwe û dema mezin bibe li gundê xwe mamostetiyê bike.

(bb)

ANHA