Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan: Konseya Ewropayê dikare biryarên tund bide

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku eger li gel hişyariya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî Tirkiye gavan neavêje û tespît bike ku Tirkiye biryarê binpê dike, dikare careke din dosyayê li DMME’yê vegerîne, piştî DMME jî binpêkirinê tespît bike, Konseya Ewropayê dikare der barê Tirkiyeyê de biryarên tund bide.

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan: Konseya Ewropayê dikare biryarên tund bide
15 nîsan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 9’ê Nîsanê (2026) ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan daxwazname da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.

Der barê mijarê de parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna Îlona 2025’an de xwest Tirkiye der barê înfaza cezayê giran ê muebbetê de sererastkirinekê çêke û wiha axivî: “Ji ber ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryara Ocalan 2 da. DMME’yê diyar kir ku ev jî dibe binpêkirina madeya 3’yemîn a Hevpeymana Dadgeha Mafê Mirovan. Ji ber wê jî divê Tirkiye li gorî vê biryarê guhertinan di zagonên xwe de çêke. Di hinek zagonên girêdayî cezayê girankirî yê muebbetê de guhertinan çêke. Divê mekanîzmayekê çêke û cezayê girankirî yê muebbetê di ber çavan re derbas bike.”

Îbrahîm Bîlmez da zanîn ku heta niha Tirkiyeyê tu gav neavêtine û wiha got: “Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek ji bo bi awayekî demokratîk çareserkirina doza Kurdan hatiye destpêkirin. Muxatabê esasî yê vê pêvajoyê jî birêz Ocalan e. Li gel vê, li gel biryarên DMME’yê jî di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Me jî di serlêdana dawîn de daxwaz kir ku eger Tirkiye gav neavêje divê binpêkirina madeya 46/4 (Eger dewletek ku peymana DMME’yê îmze kiribe û pêk neyne, piştî serlêdanan divê Konseya Lijneya Wezîran a Komîteya Ewropayê ji bo tespîtkirina vê binpêkirinê prosedureke tespîtkirinê bide destpêkirin) bê pêkanîn. Ev tê wê wateyê ku eger komîteya wezîran bigihêje qenaeta ku Tirkiye di vê mijarê de binpêkirin kiriye, dê cara dawî Tirkiyeyê hişyar bike. Dê careke din dosyayê bişîne DMME’yê. Dê ji DMME’yê bixwaze ku tespît bike Tirkiyeyê binpêkirin kiriye. Eger DMME jî di vê mijarê de vê binpêkirinê tespît bike, Komîteya Wezîran dikare der barê Tirkiyeyê de hinek biryaran bide.”

Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku ji bo welatekî wekî Tirkiyeyê ku ji avakarên Konseya Ewropayê ye, dîsa hewl dide bikeve Yekitiya Ewropayê nayê pejirandin. Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Konseya Ewropayê dikare mafê dengdanê yê di konseyê de bide rawestandin û wiha berdewam kir: “Yan jî endamtiya wê ya konseyê rawestîne, heta dikare ji endamtiya konseyê derxe. Ev biryar pir hişk in, em vê naxwazin. Lê encama binpêkirinan dê wiha be.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 1’ê Tebaxa 2003’yan ji bo ji nû ve darizandinê serî li DMME’yê da. DMME’yê sala 2014’an biryar da ku cezayê muebbeta girankirî li dijî madeya 3’yemîn a Peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Herî dawî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Hezîrana 2026’an ji bo sererastkirina zagona der barê mafê hêviyê de dem dabû Tirkiyeyê.

ANHA