Faris Şemo: Hêviya me ji Çarşema Sor ew e ku yekitiya Kurdan xurt bibe

Çarşema Sor ji bo Êzidiyan destpêka afirandinê ye. Êzidî wê rojê bi rê û resmên xwe yên çandî pîroz dikin. Ji rûspiyên civaka Êzidî Faris Şemo hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya hevgirtin û yekitiya Kurdan.

Faris Şemo: Hêviya me ji Çarşema Sor ew e ku yekitiya Kurdan xurt bibe
Faris Şemo: Hêviya me ji Çarşema Sor ew e ku yekitiya Kurdan xurt bibe
Faris Şemo: Hêviya me ji Çarşema Sor ew e ku yekitiya Kurdan xurt bibe
Faris Şemo: Hêviya me ji Çarşema Sor ew e ku yekitiya Kurdan xurt bibe
15 nîsan, 2026   03:45
QAMIŞLO

Çarşema Sor anku çarşema serê Nîsanê, ji bo Êzidiyan destpêka jiyan û afirandinê ye û vê rojê bi rê û resmên cuda pîroz dikin.

Li gorî salnameya rojhilatî, çarşema yekemîn a Nîsanê anku çarşema ewil a piştî 13’ê Nîsanê li gorî salnameya mîladî, cejna Kurdên Êzidî ye ku bi “Çarşema Sor" anku Sersala Êzidiyan tê naskirin.

Di Çarşema Sor de hêk jî tên kelandin û bi rengên cuda tên boyaxkirinkirin. Li gorî Êzidiyan kelandina hêkan nîşaneya cemidandina erdê ye. Lê qaşilên wê piştî ku tê kelandin, nîşaneya hildana qeşaya li ser erdê ye. Boyaxkirina hêkan jî tê wateya destpêka biharê bi hatina Tawisê Melek re û afirandina jiyanê.

Têkildarî Çarşema Sor ji rûspên civaka Êzidî ya bajarê Tirbespiyê Faris Şemo ji ANHA’yê re axivî.

Faris Şemo diyar kir ku civaka Êzidî ji vê cejnê re dibêjin Çarşema Serê Nîsanê anku sersala Êzidiyan. Şemo destnîşan kir ku ev cejn gelekî kevnar e û got: "Dema gerdûn hat afirandin û Tawisê Melek hat ser rûyê erdê, ji wê demê heta niha roja me ya îro wekî civaka Êzidî em çarşema yekemîn a serê Nîsanê pîroz dikin.”

Li gorî baweriya Êzidiyan, Tawisê Melek cara yekem li Laleşê ya Başûrê Kurdistanê xwe daniye û dest bi vejandina jiyanê kiriye. Şemo got: “Hin alî hene dibêjin Çarşema Sor di ser şer de diçe, lê wate ew e ku dema Tawisê Melek hat dinyayê jiyaneke nû dest pê kir.”

Faris Şemo li ser boyaxkirina hêkan di vê cejnê de, got: “Hêk bi gelek rengan têne boyaxkirin û her yek nîşaneyek e; spî nîşaneya aştiyê ye û sor jî dema ku Tawisê Melek ruh û xwîn berda qalibê Adem, hingî jiyan zindî bû.”

Faris Şemo bal kişand ser pirrengiya pêkhateyên li herêmê û ev tişt anî ziman: “Tu cudahî di navbera Kurd, Ereb, Suryanan de tune ye. Em bi hev re bi awayekî demokratîk jiyana xwe didomînin. Ruhê Newrozê, Ekîto û Çarşema Sor nîşaneya vê hevgirtinê dide xuyakirin.”

Faris Şemo di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku yekitî û hevgirtina Kurdan bi hêz bibe da ku bikarin li her deverê, bi taybet li Sûriyeyê, mafên xwe bi dest bixin.

(bb)

ANHA