Parêzer û malbatan bi wesîleya cejnê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tên ragirtin re bikin, serlêdan kirin.

Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina bi wesîleya Cejna Qurbanê ya ku di 17-21’ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.
Ji malbatan, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç jî bi heman rengî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.