Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîd Silêman Yusif El Ebdullah aşkera kir ku di şerê duh ê navbera du malbatan de li Qamişloyê şehîd bûye. Hêzê soz da ku li ser şopa şehîdan kar û xebatên xwe berdewam bike ta ku ewlehî û aştî li herêmê bi giştî pêk were.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
14 hezîran 2024   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamê asayîşê yê ku xwestiye şerê li Qamişloyê yê di navbera du malbatan de bi dawî bike, şehîd bûye, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin: "Endamê me Silêman Yusif El Ebdullah dema hewl dida şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de li Qamişloyê bi dawî bike, birîndar bûbû û tevî destwerdana bijîşkan lê şehîd bû.

Silêman ev çend sal e di nava hêzên me de tê dikoşe û bi lehengî şer dike. Jiyana xwe kir oxira welat û gelê xwe. Bi rihekî berpirsyarî û hevaltî yê bilind kar dikin. Li ser vê rêyê bû heta ku şehîd bû.

Em sersaxî ji xwe û ji malbata şehîd Silêman dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên şehîdan ditewînin. Em soz didin ku şopdarên şehîdan bin ta ku aştî û aramî li herêmên me tev da serwer be."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Silêman El Ebdullah

Navê bav: Yusif

Navê dayîkê: Kewser

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 21-5-2020

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 13-6-2024

(şx)