Li Dêrazorê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê êriş erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Dêrazorê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
14 hezîran, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê êriş erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Erebe ji aliyê herêma Miîzîle ber ber bajarokê Diwêr ê çolistana Bû Kemalê ya rojhilatê Dêrazorê ve dihat.

Girêdayî heman mijarê, hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê bi moşekan êriş hin deverên şaneyên DAIŞ`ê yên li çolistana Bû Kemalê kiriye.  

(şx)