Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk deverên hev topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmên hev ên li Heleb û Ildibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk deverên hev topbaran kirin
15 tebax 2024   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê bi balafireke xwekuj, dora bajarê Kefer Nûran ê rojavayê Helebê bombebaran kir. Her wiha li bajarokê Maret El Nasan ê bakurê Idlibê erebeyek kir hedef.

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran dora gundê Bînîn ê çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê tobparan kir.

SOHR`ê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran navendên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya bajarê Hezarîn û gundê Riweyha yê başûrê Idlibê tobparan kirin. Di encamê de erebeyeke leşkerî li eniya Riweyha hatiye rûxandin.

(şx)