Jinên Dirbêsiyê: Rêber Abdullah Ocalan nimûneya hêviyê ye

Jinên bajarê Dirbêsiyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêvî û rûmeta gelan temsîl dike û êdî dem dema azadiya wî ya fîzîkî ye. Jinên Dirbêsiyê got desthilata Tirk mafê hêviyê paşguh kiriye, ev jî dihêle bangên gel ên bidawîkirina tecrîdê zêde bibin.

Jinên Dirbêsiyê: Rêber Abdullah Ocalan nimûneya hêviyê ye
4 ÇILE, 2026   06:50
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Di 27'ê Sibata 2025'an de Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn kir. Lê li hemberî wê, dewleta Tirk tu gav ber bi pêkanîna vê bangê ve neavêtine.

Girêdayî vê mijarê, jinên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji ajansa me re helwestên xwe parve kirin. Jina ciwan Hemrîn Omer got ku Rêber Abdullah Ocalan çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên herêmê peyda kir lê belê heta niha rewşa wî nehatiye guhartin.

Hemrîn Omer got: "Rêber Abdullah Ocalan hêvî û rûmeta me ye, em ê heta serkeftinê li ser şopa wî bin."

Welatî Hemîde Îso destnîşan kir ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwistî bi gaveke sereke heye ew jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Lê belê desthilata Tirk cidiyetê li hemberî vê pêvajoyê nîşan nade."

Hemîde Îso diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina hebûna Kurdî û ji bo hemû pêkhateyan tê koşiya û heta niha jî têkoşîna wî didome û got: "Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye."

Welatî Dîlber Şemo wiha axivî: "Sala 2025'an bi însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan re saleke dîrokî bû û gavên wî ji bo pêşerojeke baştir a gelan gavine dîrokî ne."

Dîlber Şemo wiha zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker dizane ku çareseriya pirsgirêkên herêmê li ba Rêber Abdullah Ocalan e. Tevî wê jî ew ji mafê hêviyê bêpar tê hiştin."

Dîlber Şemo destnîşan kir ku girêdana gelan bi Rêber Abdullah Ocalan re girêdaneke ruhî ya kûr e, her wiha soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

(mh)

ANHA