Leşkerekî Şamê li Derayê hat kuştin

Di teqîna mayînekê bi erebeyeke leşkerî li rojavayê Derayê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerekî Şamê li Derayê hat kuştin
2 adar, 2024   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mırovan a Sûriyeyê (SOHR), hemwextî derbasbûna erebeyeke leşkerî li ser rêya bajarokê Koya El Menşiye yê rojavayê Derayê de mayîneke nenasan çandibû teqiya, di encamê de leşkerekî hêzên Şamê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî malpera 24, erebeya hedefgirtî erebeya xwarinê ya girêdayî nuqteyeke leşkerî li herêmê bû.

(fr)