Pakistanê bang li Îranê kir tedbîrên "bilez" bigire

Wezîrê karên derve yê Pakistanê bang li hikumeta Îranê kir ku li dijî 9 welatiyên pakistanî kuştine, tedbîrên pêwîst bigire.

Pakistanê bang li Îranê kir tedbîrên "bilez" bigire
28 ÇILE, 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve ya pakîstanê Piştî hefteyekê ji aloziya li ser sînorên di navbera Îran û Pakistanê de, çekdaran li parêzgeha Sîstan û Bloşîstanê li başûr rojhilatê Îranê gule li 9 welatiyên pakistanî berandin.

Piştî êrişê, cîgirê qayimmeqamê kar û barên ewlehiyê û sepandina qanûnê Alî Riza Merhamatî got 3 çekdaran ku bi hovane êrîş pêk anîne û reviyane.

Berpirsekî îranî jî ragihand ku polîs yekser piştî êrişê gihaştiya cihê buyer û saziyên dadgehê, ewlehiyê û îstixbaratê yên li Bloşîstan û Sîstanê dê çekdaran bigirin.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê Celîl Ebas Ceylanî jî got: "Dijminên hevbeş ên her du welatan, dixwazin têkiliyên me asteng bikin."

Ceylanî sersaxî da malbatên qurbaniyan û bang li hikumeta Îranê kir ku tedbîrên pêwîst li dijî êrişkeran, bigire.

16`ê Çileya 2024`an Îranê ragihand ku wê baregeha sereka ya koma Ceyş El Edil a li herêma Bloşistanê ya Pakistanê bombebaran kiriye.

Di 18`ê Çileye de Pakistanê êrişreke hewayî pêk anî û got: "di êrişê de wê komên çekdar ên li dijî xwe li Îranê kiriye hede."

Di wê rojê de Tehranê gazî berpirsê kar û barên Pakistanê yê li Îranê kir û jê şîroveyek têkildarî êrişê xwest.

(şx)