Di operasyona mirovî de amûrên birek û kuştinê hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” de li Kampa Holê amûrên birek û kuştinê dîtin.

Di operasyona mirovî de amûrên birek û kuştinê hatin dîtin
28 ÇILE, 2024   13:48
HESEKÊ

Roja duyemîn a qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" didome. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di xebat û operasyonên lêgerînê de amûrên tûj ên ji bo birîn û kuştinê tên bikaranîn dîtin.

Vê sibê jî di beşa Muhecîrat a kampê de tunelek ku 2 çeteyên DAIŞ`ê xwe tê de veşartibû hatibû dîtin. Her du çete hatibûn girtin.

(şx/a)

ANHA