Pakistanê balyozê xwe yê li Tehranê vekişand

Piştî ku di encama êrişa Îranê ya li ser axa Pakistanê de 2 zarok hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn, Pakistanê bi awayekî lezgîn balyozê xwe yê li Tehranê vekişand. Her wiha rêveberiya Pakistanê diyar kir ku ew nahêlin balyozê Îranê vegere Îslamabadê.

Pakistanê balyozê xwe yê li Tehranê vekişand
17 ÇILE, 2024   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Mumtaz Zehre Bilûş têkildarî vekişandina balyozê welatê xwe yê Tehranê ji AFP’ê re axivî.

Mumtaz Zehre Bilûş diyar kir ku bombebarana şeva borî ya Îranê ne rewa ye û binpêkirina yasayên navdewletî û pirensîpên yasayî yên Netewên Yekbûyî ye û got; “Di encama êrişa Îranê de 2 zarok mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn. Lewra îro me biryar da ku balyozê xwe yê li Îranê vekişinin û em nahêlîn balyozê Îranê jî vegere Îslamabadê.”

Her wiha Wezareta Derve ya Pakistanê têkildarî êrişa Îranê ya li ser xaka welatê wê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku êrişa Îranê binpêkirina serweriya xaka Pakistanê û ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Îranê duh şev bi mûşekên menzîl dirêj du baregehên çekdarên Ceyşûl Edlî li Pakistanê bombebaran kir. baregehên ku hatine hedefgirtin, dikevin herêma Belûcîstanê ya Pakistanê.