Çalakiya konvedanê ya Hesekê bi dawî bû

Însiyatîfa Gel a parastina bibesaziyê çalakiya xwe ya konvedanê li bajarê Hesekê bi banga rawestandina êrişên dagirkeriyê û girtina qada hewayî bi dawî kir.

Çalakiya konvedanê ya Hesekê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Hesekê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Hesekê bi dawî bû
17 ÇILE, 2024   18:32
HESEKÊ

Însiyatîfa Gel a Parastina Binesaziyê ya li Hesekê çalakiya konvedanê ya li taxa Til Hecer, Mişêrfê û Telai li dar xistiye bi daxuyaniyekê bi dawî kir.

Li Mehlecê ya Hesekê li taxa Mişêrfê bi beşdariya sedan şêniyên Hesekê, endamên meclisên wê yên sivîl, endamên saziyên bajarokên girêdayî Hesekê daxuyanî hate xwendin. Endamê Însiyatîfa Gel Ferhan Dawûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên giştî û binesaziya herêmê hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku Însiyatîfa Gel ji bo parastina saziyên xizmetguzariyê û binesaziya herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kon vedan.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku xwedî li erkên xwe derkevin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin, her wiha bang li Kaolîsyona Navneteweyî û hêzên xwedî rol li herêmê hat kirin ku qada hewayî ya herêmê bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza destekdayîna hêzên leşkerî yên ku nirxên exlaqî yên hemû gelan diparêzin û domandina parastina binesaziya herêmê û destkeftiyan hat dayîn.

(mh)