Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê

Baxçeyê "Hêvî" yê zarokan li bajarê Hesekê bernameyên perwerdehî û bêhnvedanê yên hevgirtî pêşkêş dike. Dersên ziman, xêzkirin û mûzîkê dide zarokan. Di heman demê de ji bo lîstik û danûstendina civakî cihek ewle peyda dike.

Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê
Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê
Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê
Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê
Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê
Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê
Baxçeyê Hêvî; jîngeha ewle ya perwerde û guhpêdanê
7 nîsan, 2025   06:17
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM - ZEYNEB ŞÊXO

Navenda Perwerdehiyê ya girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê di destpêka sala 2025’an de baxçeyê zarokan yê bi navê "Hêvî"  li bajarê Hesekê vekir. Bexçeyê Hêvî bi armanca peydakirina jîngeheke perwerdehiyê ya ewle ku alîkariya zarokan dike û wan ji bo qonaxa bê ya perwerdeyê amade dike, hatiye vekirin

Rêvebira Baxçeyê Hêvî Henan Niimî diyar kir ku armanca sereke ya vekirina baxçeyê zarokan sivikkirina barê dê û bavan e, di heman demê de ji bo peydakirina jîngeheke perwerde û hîndekariyê ye ku zarok karînên xwe li gorî rêbazên nûjen bi pêş bixin.

BERNAMEYA PERWERDEYÊ

Baxçeyê Hêvî zarok li gor du komên temenî werdigire: Beşek ji bo zarokên ji sê meh heta du sal û nîvan hatiye veqetandin. Li wir jîngeheke ewle ji bo lênêrînê û guhpêdanê tê peydakirin.

Beşa din ji bo zarokên ji sê heta pênc salî ye, ku tê de bernameyên cûrbecûr  ên perwerdehî û pêşkeftinê têne pêşkêşkirin.

Di bernameyên perwerdehiyê yên li baxçeyê zarokan hînkirina zarokan bi zimanê dayikê (Kurdî û Erebî) heye. Her wiha çalakiyên xêzkirin û rengînkirinê û bernameyên  stran û muzîkê hene.

HEJMARA ZAROK Û XEBATKARAN

Hejmara zarokên ku Baxçeyê Hêvî tomarkirî niha zêdetir ji 82 zarokan e, di bin çavdêriya 19 mamostayên pispor de ku ji bo mijûlbûna bi zarokan re di vê qonaxa temenî de hatine perwerdekirin.

ROLA BAXÇEYÊ ZAROKAN DI PIŞTGIRIYA MALBATAN Û CIVAKÊ DE

Ji bilî rola wê ya pêşxistina karînên zarokan, Baxçeyê Hêvî ji bo zarokên kesên xebatkar û karmend cihekî ewle peyda dike, bi taybet di dema kar de, lewma ew barê malbtan û dayikên xebatkar sivik dike. Di heman demê de derfetê ji zarokan re vedike ku di jîngehek saxlem û tijî hezkirin, lênêrîn û perwerdehiyê de mezin bibin.

(k)

ANHA