Oldar: Ji hewldanên fitneyan hişyar bin

Oldarên ji Dêrazorê ji ber hewlên belavkirina tevlihevî û fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, hişyarî da û bang li gelê Sûriyeyê ku li hember hemû zehmetiyan hevgirtî bin.

Oldar: Ji hewldanên fitneyan hişyar bin
Oldar: Ji hewldanên fitneyan hişyar bin
Oldar: Ji hewldanên fitneyan hişyar bin
8 ÇILE, 2025   05:10
DÊRAZOR

Hin alî bi rêya parvekirinên li ser medyaya dîjîtal dixwazin fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de çêkin.

Der barê mijarê de oldarên ji kantona Dêrazorê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Serokê Saziya Olî ya Dêrazorê Îd El Ziyab têkildarî hewldanên derxistina fitneyan ên di navbera pêkhateyan de hişyarî da.

Îd El Ziyab li hemberî gef û zehmetiyan bal kişand ser hevgirtina civakî ya pêkhateyên gelê Sûriyeyê û got: “Hinek ji ber sedemên siyasî an şexsî dixwazin fitneyan derxin. Lê divê haya me ji wan hebe. Saziya Olî ji bo pêşxistina hevgirtina nîştimanî ya civakî kar dike û vê peymanê di xutbeyên xwe yên li mizgeftan de dide.”

El Ziyab îşaret pê kir ku gelê Sûriyeyê ji bûyerên li derdora çêdibin, tê gihaştiye û diyar kir ku erka her welatiyek sûriyeyî ew e ku axa xwe biparêze.

Endamê Saziya Olî ya Kantona Dêrazorê Şêx Hemûd El Ilêwî diyar kir ku piştî ew qas êş, koçberî û jidestdayîna çavkaniyên jiyanî, êdî welat herikîneke zêdetir a xwînê tehemul nake.

Şêx Hemûd El Ilêwî da zanîn ku ji bo rêgirtina li ber tundî û wêraniyê divê diyalog û rêbazên siyasî werin bikaranîn. Ji bo avakirina welatekî yekbûyî yê bi hêz jî banga yekitiyê li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir.

Şêx Hemûd El Ilêwî di dawiya axaftina xwe de got: "Pêvajoya heyî hevgirtina tevahî pêkhateyan a li dijî fitne û dijmin hewce dike. Avakirina bi hêz rêya  yekane ya mîsogerkirina siberojeke baştir ji bo Sûriyeyê ye."

(bb)

ANHA