‘Hêviya Kurdan yekitî ye’

Şêniyên ji bajarê Girkê Legê bang li partiyên siyasî kir ku di zûtirîn demê de yekitiya xwe çêkin û got "Derfeteke dîrokî li pêşiya me heye, divê em vê derfetê ji bo bidestxistina mafên xwe bi kar bînin.”

‘Hêviya Kurdan yekitî ye’
8 ÇILE, 2025   03:10
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên ji bajarê Girkê Legê bang li partiyên siyasî yên Kurdan kir ku di zûtirîn demê de yekitiya xwe çêkin û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derfeta dîrokî ji dest nedin.

Jina bi navê Şêrîn Fetah a ji gundê Til Ceman anî ziman ku hêviya wê ya yekane ew e ku partiyên siyasî yên kurdî yekitiya xwe çêkin û got: "Derfeteke dîrokî di destê Kurdan de heye. Divê partiyên wan nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya neteweyî ava bikin da ku em destkeftiyên ku bi keda şehîdên me hatin bidestxistin, biparêzin û mafên xwe bistînin."

Mehmûd Hemdo ê ji bajarokê Mistefawiyê jî diyar kir ku derfeteke dîrokî ji bo yekitiya Kurdan heye û ev li gotinên xwe zêde kir "Em xwediyên vî erdî ne. Em dest ji welatê xwe bernadin. Divê em bibin yek da ku nasname, ziman û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê partiyên siyasî tevah nakokiyên xwe û berjewendiyên xwe yên partîtî yên teng bidin aliyekî."

Îsa Xelef ê ji bajarê Girkê Legê bang li tevahî partiyên siyasî kir ku di zûtirîn demê de yekitiya xwe ava bikin û wiha bi lêv kir: "Eger em yekitiya xwe ya neteweyî çênekin dê mafên me ji dest biçin û dê nasnameya me winda bibe."

(bb)

ANHA