OIC’ê banga rawestandina şerê li Xezayê kir

OIC’ê di civîna awarte ku duh li dar xistibû de banga rawestandina şerê li Xezayê, rakirina ambargoyê, garantiya gihandina alîkariyên mirovî û piştgiriya çareserkirina her du dewletan kir.

OIC’ê banga rawestandina şerê li Xezayê kir
26 tebax, 2025   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) duh civîneke awarte der barê Xezayê de li Erebistana Siûdî li dar xistibû. Civîn li ser asta wezîrên karên derve yên endamên OIC’ê pêk hatibû.

OIC’ê ku civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir, bang li civaka nanveteweyî kir ku hemû tedbîrên qanûnî û bibandor bigire, da ku pêşî li "sûcên domdar ên Îsraîlê yên dijî gelê Filistînê yê li Xezeyê bê girtin".

Rêxistinê, biryara Îsraîlê ya kontrola leşkerî li tevahiya Xezayê, êrişên wê yên sîstematîk ên li ser binesaziya bajêr, cihên av, xwarin û navendên tenduristiyê şermezar kirin.

OIC’ê  têkildarî planên koçberkirin an jî guhertina demgorafiya herêmê jî hişyar da û tevegerên Îsraîlê wekî "rageşeiyeke xeternak û binpêkirina qanûna navneteweyî" nirxandin.

OIC’ê xwest ku tavilê ambargoya li ser Xezayê were rakirin, bi lez û bez alîkariyên mirovî bighînin xelkê wê û azadiya xebatên saziyên alîkariyê were garantîkirin. OIC’ê piştgirî da hewldanên Misir û DYA’yê yên bi armanca pêkanîna agirbesteke giştî, hêsankirina pêkanîna peymanên pevguhertina dîlgirtiyan û kêmkirina êşa sivîlên Xezayê.

OIC’ê di dewama encamnameyê de destnîşan kir ku "Îsraîl ku pêşniyarên mirovî red dike, berpirsa berdewama êrişan e."

OIC’ê ev bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir " Berpirsyariyên xwe yên qanûnî û siyasî bi cih bînin, dawî li dagirkerî û binpêkirinan werînin, her wiha li gorî qanûnên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî  parastina gelê Filistînê bikin."

Endamên OIC’ê her wiha banga "Çareserkirina herdu dewletan, bidawîkirina bicihkirina derqanûnî, mîsogerkirina mafên Filistîniyan ên diyarkirina çarernûsê û vegerê, pêkanîna însiyatîfên erebî yên aştiyê û avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe ku paytexta wê Qudis a rojhilat be" kir.

(bb)