Aştiya li Ukraynayê û Şerê li Xezayê rojeva rojnameyan in

Rojnameyan di mijarên xwe yên vê sibehê de diyar kir ku şerê Xezayê û aştiya qels a li Ukraynayê di nav pergala navneteweyî de bêçarebûnek siyasî nîşan dide. Îsraîl polîtîkayên xwe yên birçîbûn û bombebaranê dewam dike, Trump jî xwe ji sozên xwe yên bidawîanîna şer daye paş.

Aştiya li Ukraynayê û Şerê li Xezayê rojeva rojnameyan in
26 tebax, 2025   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî, îro der barê du mijarên ku rewşa navneteweyî ya aloz nîşan dide nivîsî: trajediya mirovî li Xezayê û şerê Rûsiya û Ukraynayê.

Rojnameya Îmaratê El Xelîc nivîsî "Li Xezayê karesatek mirovî ya bêhempa pêk tê, ji ber ku Îsraîl siyaseta birçîbûna sîstematîk û bombebarana bêserûber berdewam dike. Ew jî armancên leşkerî derbas dike. "

Rojnameyê diyar kir ku, "Bêdengiya navneteweyî û daxuyaniyên şermezarkirinê êdî ne vebijarkek in, berevajî vê, ew bûne weke hevkariya nerasterast. Lewma êdî destwerdana lezgîn bûye pêdivîyek exlaqî ku bi rûmeta mirovan ve girêdayî ye, ne mijarek siyasî an leşkerî ye."

Rojnameya Independet a Erebî li ser helwesta Amerîkayê ya der barê şerê Ukraynayê de axivî û ev pirs kir: "Gelo Donald Trump hewesa xwe ya ji bo aştiyê winda kiriye?" û diyar kir ku serokê Amerîkayê zû ji sozên xwe yên bidawîanîna şer di nav 24 demjimêran de xwe paşde kişandiye. Ji ber ku Turmp rastî bi şert û mercên dijwar ên Pûtîn û helwesta Zelensky a ku qebûl nake dest ji axa xwe berde, hat.

Li gorî rojnameyê, ji ber ku pevçûn veguherî şerekî giran li ser her du aliyan, coşa Trump kêm bû ku alîkariya "dostê" xwe yê Rûsî bike.

Rojnameyê diyar kir ku kesayetiya Trump a belav nehişt ew navbeynkariyê bide alî, berevajî yên berî xwe, yên ku serokatiya xwe bikar anîn da ku sistema navneteweyî ji nû ve nexiş bikin.

Li aliyê Ukraynayê, Zelenskyy ti tawîzan nade, ew baş dizane eger ew dest ji hinek erd berde ew ê rastî êrişin din were.

Rojname nivîsî ku nebûna tevgereke cidî ya Amerîkayê, dihêle ku danûstandinên aştiyê bêwate bin û hêviyên Trump ên wergirtina Xelata Aştiyê ya Nobelê tenê xeyaleke din a siyasî be.

(k)