Şandeya DEM Partiyê dê roja pêncşemê biçe Îmraliyê

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re dê roja pêncşemê biçe Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê dê roja pêncşemê biçe Îmraliyê
26 tebax, 2025   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih digirin, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re dê di roja pêncşemê de biçin Girava Îmraliyê.

Piştî avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara ewil e dê şande biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike. 

Tê payin ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de têkildarî xebatên komîsyonê û pêvajoya çekberdanê peyamên girîng bide.