Nûnerê "Konseya Aştiyê" têkildarî rewşa Xezayê hişydarî da

Nûnerê "Konseya Aştiyê" ya ji bo Xezayê Nikolay Mladenov hişyarî da ku rewşa heyî ya li Xezayê mayînde bibe.

Nûnerê "Konseya Aştiyê" têkildarî rewşa Xezayê hişydarî da
21 gulan, 2026   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê "Konseya Aştiyê" Nikolay Mladenov rapora yekem a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêşî konseyê kir. Di raporê de tê gotin ku Hemas red dike ku çekan deyne û dev ji kontrolirina Xezayê berde, ev jî li pêş plana aştiyê dibe asteng.

Di axaftina xwe ya vîdyoyî de Mladenov got, "Her çend ez bang li Hemas û aliyên din ên Filistînî dikim ku vegerin ser maseya danûstandinan û rêzê li sozên xwe bigirin jî divê ez aşkera bikim ku pêkanîn tenê bi pabendbûna Filistîniyan nikare bi pêş bikeve."

Mladenov diyar kir ku çêbûna berdewam a qurbaniyan li Şerîda Xezayê, tevî agirbestê û qeydên Îsraîlê li ser derbasbûna alîkariyên mirovî ne mijarên teorîk in.

(fr)