Nûnerê DYA’yê rastiyan paşguh dike

Nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê berpirsyariya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di êrişa li dijî hêzên QSD’ê ya li gundên Helebê, paş guh kir û tenê bi gotina “Em bang li hemû aliyan dikin aramiyê biparêzin û nakokiyên xwe bi dan û standinê çareser bikin" anî ziman.

Nûnerê DYA’yê rastiyan paşguh dike
4 tebax, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Sûriyeyê Thomas Barrack li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek nû der barê rewşa li Sûriyeyê de parve kir. 

Barrack di peyama xwe de wiha nivisî: “Duh li Minbic û Siwêdayê karên tundiyê yên metirsîdar rû dan. Xebatên dîplomatîk rêyên herî guncaw ên rawestandina tundiyê û avakirina çareseriyeke aştiyane ya mayînde ne. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi navbeynkariya xwe ya ji bo peydakirina çareseriyekê ji bo Siwêdayê serbilind e. Ev bi beşdariya Fransayê ji bo entegrasyona bakurê rojhilat li nava Sûriyeya yekbûyî, tê meşandin.”

Di berdewama peyama xwe de Barrack got: “Rêya ber bi pêşerojê ve girêdayî gelê Sûriyeyê bi tenê ye. Em ji hemû aliyan daxwaz dikin aramiyê biparêzin. Nakokiyên xwe bi dan û standinê, ne bi rijandina xwînê çareser bikin. Sûriye hêjayî aramiyê ye. Gelê Sûriyeyê hêjayî aştiyê ye.”

Îro di saetên berbanga sibê de 4 baregehên QSD’ê yên li Dêr Hafir careke din hatin topbarankirin. Ev êriş di nava kêmî 24 saetan de ya duyemîn bû. Êriş ji aliyê çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve pêk hatin. QSD’ê ev yek bi daxuyaniyê piştrast kir û destnîşan kir ku wan bersiva êrişan daye.

Duh jî QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku komên çekdar ên bêdîsplîn ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li herêma Dêr Hafirê provakasyonan dikin û car caran êriş dikin. QSD’ê destnîşan kiribû ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva gulebaranê daye.

(dc)