36 malbatan firinek vekir

Li kantona Reqayê 36 malbatan bi desteka Komîteya Kooperatîfan firineke nan vekir. Firin rojane dê zêdetirî 8 ton nan çêke.

36 malbatan firinek vekir
36 malbatan firinek vekir
36 malbatan firinek vekir
36 malbatan firinek vekir
36 malbatan firinek vekir
4 tebax, 2025   15:01
REQA

Li kantona Reqayê 36 malbatan bi desteka Komîteya Kooperatîfan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê firineke nan bi navê "Kooperatîfa Firina Jiyanê" vekir. Kooperatîf di çarçoveya hewldanên pêşxistina projeyên kooperatîfan, başkirina rewşa jiyanî ya şêniyan û peydakirina derfetên kar de hat vekirin.

Ji bo firinê ku dê rojane ji saet 06.00’an heya 15.00’an bixebite, 8 ton û 200 kg ard hatiye veqetandin. Firin dê rojane 8 hezar û 750 nanan çêke û li tevahiya taxên kantonê û cihên koçberên Efrînê were belavkirin.

Ji bo vekirina firinê merasîmek hat lidarxistin. Tevî hevserokên komîteyên kooperatîfan û aboriyê, endamên Meclisa Gel a Reqayê û şêniyên kantonê tê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Komîteya Kooperatîfan Ebdulxefûr Romî bi xêrhatina beşdaran kir û bi van girîngiya vekirina vê kooperafîtê vegot: "Kooperafîta Nanê Jiyanê kooperafîta 4’an a têkildariya firinan e. Beriya vê jî kooperafîtên Ferdos, 23 Sibatê û Selhebiyê hatibûn vekirin. Ev firinên kooperatîfan rojane 25 hezar û 400 turbeyên nan derdixin ku bi rêya wekîlan xizmetê bi hezaran malbatan dikin."

Romî da zanîn ku nêzî 90 malbat di kooperatîfên firinan de dixebitin û wiha dom da axaftina xwe: “Komîteya Kooperatîfan di warên çandinî, sewalkarî, pîşeyên biçûk de kar dike, piştgiriyê dide hilbirînên mewsimî û zeytûnan, çewilkên mêrîşkan bi rêve dibe. Kooperatîfa Aşan a bi navê Xeyrat Cizîrê jî heye ku rojane 30 ton ard çêdike."

Ebdulxefûr Romî di dawiya axaftina xwe de spasiya Meclisa Aborî û Çandiniyê kir û hêviya serkeftinê ji kooperatîfê re xwest.

(bb)

ANHA