Nimûneya mirovê azad û fedakar: Şehîd Yezen El Kiço

Şehîd Yezen El Kiço gelek salan bi xwe re di nava nîqaşan de bû û di dawiyê de bawer kir ku parastina welat erkekî exlaqî ye; ji lew re li gelek eniyan têkoşîn kir û tevaî 28 hevalên xwe gihaşt asta şehadetê.

Nimûneya mirovê azad û fedakar: Şehîd Yezen El Kiço
16 mijdar, 2023   03:36
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Di 8′ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê ya li Dêrikê ya Qamişloyê bombebaran kiribû, di encamê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yezen Xidir El Kiço tevî 28 hevrêyên xwe şehîd bûbû.

Şehîd Yezen El Kiço ji qebîleya Teyî ya erebî ye, ew di nav malbeteke erebî de ku ji 2 birayan û 6 xwişkan pêk tê mezin bûye, zewicî ye û kurek û keçeke wî hene û li benda zarokê sêyem bû.

Yezen El Kiço di 1995'an de li gundê Qela (başûrê navçeya Til Koçer) ji dayik bûye û li wir xwendina xwe ya seretayî û navînî bi dawî kiriye û qonaxa amadehî li navçeya Çilaxa bi awayekî serkeftî qedandiye.

Piştî wê wî dikarîbû li gor rêjeya xwe derbasî zanîngehê biba û bijîşkiya ajalan bixwenda, lê ji ber destpêka krîza Sûriyeyê û êrişên çeteyan ew vegeriya û xwe li hember parastina herêmê berpirs dît.

QONAXA TÊKOŞÎNÊ

Yezen El Kiço bala xwe da derdora xwe ku çawa çeteyan herêm kontrol kirin û talan kirin. Ew di navbera salên 2013-2014'an de ji bo kar çû Lubnanê lê zêdetirî mehekê nema û dîsa vegerî herêmê, piştî vegera xwe wî berxwedana şêniyan û beşdariya wan di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dît û bandor bû.

Xizmên Yezen destnîşan kirin ku wî piştî vegera xwe ya ji Lubnanê ji heval û xizmên xwe dipirsî bê çima ew jî wek ciwanên herêmê tev li YPG'ê nebin û herêmê biparêzin, ev pirs di serê Yezen de man ku li dawiyê di 2015'an de tevî hin heval û xizmên xwe tev li YPG'ê bûn.

Yezen El Kiço piştî gelek perwerde girtin di gelek pêngavên leşkerî yên YPG'ê û Hêzên Sûriya Demokrarîk (QSD) de wek pêngavên rizgarkirina Şengalê, Minbicê, Hol û Şedadê beşdar bû.

QONAXA BERÎ ŞEHADETÊ

Di Tebaxa 2018'an de Yezen El Kiço ji YPG'ê derbasî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe û li wir gelek karên rêveberî û lojîstîk dike, li wir di nav hevrêyên xwe de bi hezkirina xwe ya ji hemûyan dihat naskirin ku destek dida her kesî û şîretên di warê leşkerî û rêveberî dida wan. Di êrişa 8′ê Cotmeha 2023′yan de li dijî Akademiya Têkoşîna Dijî Madyên Hişbirê de Yezen şehîd dibe.

Dayika şehîd Yezen, Mesîra Mihemed Îbrahîm got: "Şehîd Yezen tevî ku xwişk û birayên wî yên jê mezintir hebûn, lê dîsa jî malbatê xwe dispart wî, ew ji aliyê heval û cîranan ve dihat hezkirin. Ez bi têkoşîna kurê xwe û şehadeta wî û tiştê ku ji hemûyan re kiriye gelekî serbilind im."

Hevrêyê şehîd Yezen, Fayiz Hisên destnîşan kir ku ew ji zarokatiya xwe de ji birayan zêdetir bûn, tevî ku ew ji pêkhateya Kurd û şehîd Yezen ji pêkhateya Ereb bû, lê dîsa jî hevaltiya wan xurt bû û got: "Wî di destpêka Şoreşa Rojava de ji min re got ku tiştê ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên me dike li dijî exlaq û adetên me ye, divê em tev li hêzên leşkerî bin. Em di 2015'an de jî tevlê bûn."

Hisên wiha domand: "Şehîd Yezen nimûneya mirovê azad ê welatparêz û fedakar bû, em wek kom heta 2017'an bi hev re man. Dema ku min xebera şehadeta wî bihîst min hest kir wek çawa birayekî min jiyana xwe ji dest dide, di heman wextî de min nas kir ku ew gihîşt asta herî bilind."

Fayiz Hisên soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

(mh)

ANHA